PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir, 15 jin û 32 zarokên ku li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê ne, hatin vegerandin.
Li gor Wezareta Derve ya Fransayê îro da zanîn, “Zarok ji bo saziyên ku alîkariyê bi zarokan re dikin hatine radestkirin, ta ku çavdêriya bijîşkî û civakî ji wan re were kirin.”
Herwiha Fransayê eşkere kir, kesên mezin jî ji bo desthilata dadwerî yên şareza hatine radestkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin