Serfermandarê Rus: Me di vê dîroka nûjen de serekî wiha nedîtiye

Serfermandarê Rus: Me di vê dîroka nûjen de serekî wiha nedîtiye

PeyamaKurd- Serfermandarê Giştî yê Rusyayê Gerasîmov, bi rêya daxuyaniyekê, şerê navbera Rusya û Ukraynayênirxand. Gerasimov da zanîn ku tevahiya Rojava, alîkariya Ukraynayê dike û artêşa Rusyayê, di dîroka nûjen a welêt de tu carî pevçûneke wiha tund nedîtiye.

Valeriy Gerasimov, di daxuyaniyê de eşkere kir ku hema hema tevahiya Rojava, li dijî artêşa Rusyayê di operasyona leşkerî ya taybet a li Ukraynayê de derket û got ku

Serfermandarê Rus got, “Rusyaya nûjen, tu carî pevçûnên ewqas bilind û tund nedîtine. Îro hema bêje tevahiya Rojava ya kolektîf li dijî welatê me û artêşa me ye.”

Her wiha, Gerasimov diyar kir ku ji bo aramkirina rewşê, parastina herêmên nû û êrîşan wan, seferberiyeke qismî pêk hanîne û bi bîr xist ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn gavên wiha nehatine havêtin.

Gerasîmov bal kişand ser wê yekê ku wan bergirên pêwîst ji bo bicihanîna armancên Serokê Rusyayê Vladimir Putin girtine û got ku ew li ser dabînkirina ewlehiya Rusyayê, bi liberçavgirtina gefên leşkerî yên heyî berdewam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin