PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku rûbirûyî doza girtinê ye û hesabên wê yên alîkariya xezîneyê jî hatine blokekirin, kampanyeya komkirina alîkariyan bo hilbijartinan dide destpêkirin.
Hat ragihandin ku HDP roja vê Pêncşemê bi navê, “Xezîneya me gelê me ye” kampanyaya alîkariyê bo hilbijartinên bê dide destpêkirin.
Li gorî rayedarên HDPê ev kampanya li ser daxwaza alîgirên wan piştî blokekirina hesabên wan ên bankê yên alîkariya xezîneyê hatiye destpêkirin ku wê Berdevka HDPê Ebru Gunay roja Pêncşemê bi civîneke rojnamevanî kampanyayê ragihîne.
Li gorî zanyariyan wê di çarçoveya vê kampanyayê de alîkarîyên bo partiyê werin qebûlkirin û hesabên alîkariyê bên vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin