PeyamaKurd- Bi berdewamiya şerê navbera Rusya û Ukraynayê re aloziyên navxweyî yên Ukraynayê jî berdewam dikin û hat ragihandin ku Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, 5 parêzgaran ji kar dûr xistine.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat gotin ku li 5 herêman ku yek ji eniyên şer ên herî çalak e, 5 parêzgar ji erkê hatine dûrxistin û di heman demê de nûçeyên îstifakirina berpirsên payebilind jî ketin rojevê.
Piştî ku ev îstifa û veguhertin çêbûn, hat eşkerekirin ku Cîgirê Wezîrê Binesaziyê yê Ukraynayê Ivan Lukerya, di îhaleya kirîna jeneratorê de 400 hezar dolar sextekarî kiriye.
Li ser vê yekê, Serokomarê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, nûçeyên ku di kadroyê de guhertinek pêk hatiye parve kirin. Zelenskiy da zanîn ku parêzgarên Kyiv, Sumi, Dnipropetrovsk, Kherson û Zaporijyayê, ji kar hatine qewirandin.
Her wiha hat ragihandin ku Zelenskiy, derketina rayedarên hikûmetê ya derveyî welêt a ji bo betlaneyê jî qedexe kir û hat zanîn ku di vê biryara Zelenskiy de bandora derketina betlaneyê ya Alîkarê Serdozger Simonenko ya Îspanyayê heye.
Zelenskiy, piştî vê biryara xwe, rexne li yên derketine betlaneyê kir û got,
“Yên ku dixwazin bêhina xwe vedin, encax dikarin li derveyê xizmeta giştî bêhina xwe vedin. Kesên rayedar, êdî dê nikaribin ji bo betlane û karên din ên li derveyî erka hikûmetê, rêwîtiya derveyî welêt bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin