PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Azerbaycanê diyar kir, Berpirsê Asayîşa Balyozxaneyê yê li Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê, di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Li gor hat ragihandin, îro Înê 27ê Çileya 2023an, çekdarekî êrîşî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê kir, di encamê de Berpirsê Asayîşa Balyozxaneyê hat kuştin.
Medyaya Azerbaycanê di derbarê mijarê de ragihand, Berpirsê Asayîşa Balyozxaneyê Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê Orxan Eskerov, îro di êrîşeke çekdarî de hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Herwiha eşkere kiriye, kesê gumana wê yekê li ser wî heye ku ev êrîş encam daye, hatiye desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin