PeyamaKurd – Heyeta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro li Silêmaniyê seredana polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) kir. Di daxwuyaniya hevpar de hat ragihandin ku armanca civînê li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û ji bo li ser hinek babetên din biaxifin, civîn kirine. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Her dû teref li ser peymana berê ku li serê lihev kirine, li ser rewşa giştî, pirsgirêkên nav xwe û herêmî, raman û pêşniyarên xwe îfade kirine.”
Her dû teref biryarê dane hema derfeta wan bibe, wê careka dinê civînekî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin