PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu ragihand, Fransa û Awûstralya bi hev re hezar topên obusê yên 155 milîmetreyî bişînin Ukraynayê.
Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna, Wezîrê Parastinê yê Fransayê Lecornu, Wezîrê Derve yê Avusturalya Penny Wong û Wezîrê Parastinê yê Avusturalya Richard Marles li paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev û daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Colonna kêfxweşiya xwe ya ji bo mazûvaniya wezîrên Awustralya anî ziman û got, "Ji sala 2021'an û vir ve cara yekem e ku bi vî rengî şêwirên li ser mijarên navneteweyî û parastinê têne kirin."
Colonna da xuyakirin, armanca wan ew e ku xebatên xwe yên ji bo ji nû ve avakirina hevkariya di navbera her du welatan de bidomînin, diyar kir, ew dixwazin ev hevkarî li ser esasê rêzgirtina dualî be.
Du welat wê topên obusê hilberînin!
Colonna eşkere kir, Fransa û Awustralya li hev kirine ku hevkariya xwe kûrtir bikin.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Lecornu da zanîn, Fransa û Awûstralya wê bi hev re topên obusê yên 155 milîmetreyî bişînin Ukraynayê û di vê çarçoveyê de wê her du welat hezar topên obusê yên 155 milîmetreyî hilberînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin