Amerîka: Qeyrana koçberan, gihîst asta rekorê

Amerîka: Qeyrana koçberan, gihîst asta rekorê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, pirsgirêkên koçberên neqanûnî yên ku li Amerîkayê ne, gihîştiye asta rekorê. Hat diyarkirin ku Koçber li dijî biryara şandina stargehên nû yên li termînalan in.

Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku pirsgirêkên koçberên neqanûnî yên ku ji sînorê Meksîkayê hatine Amerîkayê û di salên dawî de hejmara wan gihaştiye asteke "rekorê" her ku diçe zêde dibe.

Hat ragihandin ku komek ji 50 koçberan ku li Watson Hotela Manhattan a New Yorkê hatin bicihkirin, bertek nîşanî biryara şandina stargehên nû yên li Termînala Red Hood Ferry a Brooklynê dan. Koçberan bi vekirina kampa li ber otêlê ev biryar protesto kirin.

Gelek koçberên ku bajarê New Yorkê dixwestin bi otobusan veguhezînin stargehên taybet, diyar kirin ku ji ber şert û mercên wekî pirsgirêkên germbûnê û nebûna nepenîtiyê, ew naxwazin biçin van stargehan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin