PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, beşdarî merasîma salvegera 80. a serkeftina Artêşa Sor a ji Dorhêla Stalingradê bû û di wê merasîmê de axaftinek kir. Putin, di axaftina xwe de bal kişand ser Almanyayê ku tanqan dişîne Ukraynayê û hin nirxandin kirin.
Vladimir Putin, di axaftina xwe ya ku helwesta Almanyayê nirxand de da zanîn ku dagirkirina Rusyayê ya Ukraynayê, dişibe têkoşîna Yekîtiya Soviyetan a Komarên Sosyaylîst a Şerê 2yemîn ê Cîhanê ku li dijî Almanyaya Naziyan dihat meşandin.
Putin, li ser şandina tanqan a Almanyayê jî got ku “ Dîrok xwe dubare dike. Bawerkirina ji vê yekê zehmet e lê belê ji aliyê tanqên Leoard ên Almanyayê ve gef li me tê xwarin.”
Rêberê Rus Putin, di dewama axaftina xwe de got,
“Yên ku hewil didin Rusyayê li çeperan têk bibin, fêm nakin ku şerkirina bi Rusyaya nûjen re dê çiqas zêde cuda be. Em, tanqan naşînin sînorên wan, lê belê çavkaniyên me yên ku em bersiva êrîşên wan bidin, hene. Ev yek, dê bi maşînên zirxpoşî nemîne.”
Vladimir Putin, bi vê peyama xwe da zanîn ku dibe Rusya di hegera rewşeke din de ji çarçoveya bikaranîna çekên konvansiyonel derkeve.
Berdevkê Kremlînê Dimirtriy Peskov, li ser van gotinên Putin hurgilî nedan lê belê got ku “Heta ku veguhestina çekan a Rojava berdewam be, Rusya dê potansiyela xwe ya bersivdayînê hîn zêdetir bi kar bîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin