Li Sine ji bo azadkirina du melayên Kurd xwepêsandan hat kirin

Li Sine ji bo azadkirina du melayên Kurd xwepêsandan hat kirin

PeyamaKurd - Xelkê gundê Nenelle yê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, îro Înê 3yê Sibatê ji bo piştevanîya herdu mamosteyên olî yên Kurd ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin, rijiyan kolanan.

Xelkê gundê Nenelle li ber deriyê mizgefta Cami`i a gund kom bûn û girtina herdu melayên Kurd ên bi navê; Îbrahîm û Luqman protesto kirin.

Di xwepêşandanê de piştevaniya bo herdu melayên Kurd hat nîşandan û daxwaza azadkirina wan hat kirin ku hîn jî binçavkirî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin