Sêrwan Zirar: Pêwîst e di heyama sê mehên pês de alî li ser rêveçûna hilbijartinan rêkbikevin

Sêrwan Zirar: Pêwîst e di heyama sê mehên pês de alî li ser rêveçûna hilbijartinan rêkbikevin

PeyamaKurd – Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê diyar kir, ji bo îsal proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê birêve biçe, pêwîst e di heyama sê mehên pêş de alî li ser rêveçûna hilbijartinan rêkbikevin.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Şêrwan Zirar daye zanîn: “Ji bo amadekariya rêveçûna proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê, ku biryare îsal birêve biçe, pêwîstiya me bi şeş mehan heye, ji bo wê jî divê alî rêkbikevin.”

Herwaha gotiye: “Rêkeftina aliyan li ser çawaniya awayê birêveçûn û dema birêveçûn hilbijartinan, pêwîstiya wê bi nûjen kirina yasaya hilbijartinan heye, ji bo wê jî divê heta dawiya meha nîsan a îsal hemû ew mijarane bên zelal kirin.”

Şêrwan Zirar eşkere kiriye: “Herwiha divê Parlamentoya Kurdistanê mijara çalakkirina komîsyonê zelal bike û baweriyê lê vegerîne û li Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, roja birêveçûna hilbijartinan bê diyarkirin û budceyek ji bo komîsyonê bê diyar kirin ku amadekariyên xwe yên ji bo vê mijarê bide destpê kirin.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin