"Ger HDP bi Partiya Çep a Kesk re daxwaza ketina hilbijartinê bike ew ê ji bo me rûmet be"

"Ger HDP bi Partiya Çep a Kesk re daxwaza ketina hilbijartinê bike ew ê ji bo me rûmet be"

PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Çep a Keskan Îbrahîm Akin diyar kiri ger HDP bi Partiya Çep a Kesk re daxwaza ketina hilbijartinê bike, ew ê berpirsyariya xwe bi cih bînin û got, ew ê ji be rûmet be.

Akin got, “Pêwîst e bi lezgîn em ji vê rejîma yek zilamî rizgar bibin ku her kes bi aborî û ekolojiya xwe, bi nasnameya xwe weke kesekî birûmet bijî. Em wisa difikirin ku divê jiyaneke ji ber bawerî û nêrîna xwe tê de neyê cudakirin bê avakirin.”

"Erdogan û Bahçelî wê biryarê bidin"

Akîn derbarê girtina HDPê de jî got, “Ji bo HDP neyê girtin çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku girtina HDPê wê li siyaseta demokratîk bibe derbeyek mezin. Me heta niha bi vê yekê re têkoşîn kir. Em vê dozê weke dozeke siyasî dibînin. Erdogan û Bahçelî wê biryarê bidin ji ber ku li Tirkiyê qanûn nîne.”

"Berpirsiyariya wan e"

Îbrahîm Akin derbarê dûrxistina HDPê ya Tifaqa Netewî de jî wiha got:

“Tifaqa Millet difikire ku bi hevrikiya gel re dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Li Tirkiyeyê hesabên matematîkê û dengdanê bên ber çavan, ev yek ne mimkûn e. Heger Îtîlafa Netewî dixwaze rejîma yek zilamî ji holê rake, divê tevde be.

Pêwîst e ew xîtabî Tifaqa Ked û Azadiyê bike. Li gel hemû hesasiyeta me jî ger me nebînin HDP wê namzetê xwe ji holê rake û di vê rewşê de îhtîmala ku hilbijartina serokomariyê derbasî tûra duyemîn bibe jî berpirsyariya wan e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin