Balona îstixbaratê ya Çînê ku bi qasî du otobusan mezin bû hat xistin

Balona îstixbaratê ya Çînê ku bi qasî du otobusan mezin bû hat xistin

PeyamaKurd – Balona Îstixbaratê ya Çînê ku ev çend roj in li ser asmanê Amerîkayê digeriya û bûbû sedema bertekên tund ên dijî Çînê, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, hat xistin.

Hat ragihandin ku balona Çînê ya ba qasî du otobusan mezin bû, bi lêdana balafireke F-22 li peravên Karolînaya Başûrê hat xistin. Hat zanîn ku Biden roja Çarşemê fermana xistina wê balonê daye.

Li gorî ragihandina medya Amerîkî, tîmên taybet dest bi operasyona dîtina bermahiyên balona Çînê kirine ku Washington vê yekê wekî “binpêkirina eşkere ya serweriya Amerîkî” bi nav dike.

Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden rizemendî li ser planên xistina balona çavdêriyê ya Çînê nîşan dabû ku bûbû sedema nîqaşan di raya giştî ya Amerîkî de.

Pentagonê jî dabû xuyayakirin, baloneke sîxuriyê ya Çînê ber bi rojhilat çûye û li ser navenda Amerîka hatiye dîtin. Rêveberiya Çînê jî dabû zanîn ku balon ne ji bo sîxuriyê, bi şaşî derbasî asmanê Amerîkayê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin