YEyê, dijberiya li hember asayîbûna pêwendiyan, dubare kir

YEyê, dijberiya li hember asayîbûna pêwendiyan, dubare kir

PeyamaKurd- Di pêvajoya ku Rusya ji bo berdewamkirina proseya asayîbûnê di navbera Tirkiye û rêjîma Suriyê de pêwendiyên xwe xurt dike de Yekîtiya Ewropayê (YE) tekezî li ser piştevaniya xwe ji bo çareseriya siyasî ya li Suriyeyê ya li ser bingeha biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û da zanîn ku ji bo tevlîbûna pêvajoya siyasî dê pêkutiya xwe ya li ser rejîmê berdewam bikin.

Di hevdîtina ku li Stenbolê ji aliyê Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya Suriyeyê Dan Stoenescu û Serokê Komîsyona Danûstandinan a Suriyeyê (SMK) Bedir Camûs ve li Stenbolê hat lidarxistin de mijarên cuda yên di nav de xebatên SMKê û helwesta YEyê ya li ser geşedanên dawî hatin nirxandin.

Stonescu, di civînê de tekez kir ku heta rejîma Suriyeyê bikeve nav pêvajoya siyasî û li gorî biryara Civata Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254an bi rêk û pêk pêk neyne, ew asayîbûnên bi rejîma Suriyeyê re û rakirina dorpêçan an jî avakirina pêvajoyeke ji nû ve red dikin.

Rusya, ji bo berdewamkirina proseya asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û rêjîma Suriyeyê de û piştrastkirina wê yekê ku dê Îran jî di civînên bê de û gavên ku bên havêtin de pêwendiyên xwe zêde kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin