PeyamaKurd- Ji aliyê Sererkaniya Giştî ya Ukraynayê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de hêzên Rus, bi dehan êrîş li dijî herêmên Ukraynayê pêk hanîne.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Sererkaniya Giştî ya Ukraynayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Rusyayê, giraniya êrîşên xwe daye destpêkirina operasyonên li ser herêmên Kupyansk, Liman, Bahmut, Aviyivka û Novopavlivskê.
Hat ragihandin ku artêşa Rusyayê, bi gelek pergalên roketavêjê 61 êrîş birine ser binesaziyên sivîl ên Xarkovê û hat îdiakirin ku nexweşxaneyên li bajarê Gorlivka yê di bin kontrola Rusyayê de bi leşkerên Rûs ên birîndar tijî bûne.
Şaredarê Xarkovê Îgor Terehov, li ser rewşê diyar kir ku artêşa Rusyayê, bi moşekên S-300î li navenda bajêr daye û 2 moşek jî li apartmanekê ketine.
Terehov diyar kir ku li apartmana navborî ya ku di encama êrîşê de şewitî, xebatên rizgariyê hatine destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin