Li Bakurê Kurdistanê erdhejeke pir mezin çêbû

Li Bakurê Kurdistanê erdhejeke pir mezin çêbû

PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê eedhejeke pir mezin a bi pileya 7.8 rû da. Li gorî çavdêrxaneyên erdhejê navenda wê bajarên Dîlok û Mereş e.

Serokatiya Afatan û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihandiye ku erdhejê li demjimêr 04:17 rû daye û navenda erdhejê Pazarcik a Mereşê ye û dijwariya wê 7,4 e.

Li gorî Çavdêrxaneya Kandilli a Bogaziçi jî pileya erdhejê 7.8 e û navenda wê bajarê Dîlokê ye.

Herwiha hin navendên lêkolînên erdhejan ên Ewropî jî pileya erdhejê wekî tundiya 8.0 pîvane.

Li gorî agahiyên destpêkê. erdhejê bandoreke mezin li bajarên Mereş, Edene, Dîlok, Hatay, Diyarbekir, Mêrdîn, Xarpêt û gelek deverên din kiriye û gelek avahî hilweşiyane.

Derbarê ziyanên canî û madî de agahiyên zelal hîn nehine bidestxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin