PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Rewşên Lezgîn a Rusyayê ve hat ragihandin ku ji bo dermankirina birîndarên erdheja li Mereşê û bajarên din ên bakur, nexweşxaneyeke meydanî hatiye şandin.
Piştî erdheja ku navenda wê li Mereşa bakurê Kurdistanê bû li gelek parêzgehên bakur bû sedema wendahiyên canî û malî, şandina tîmên piştgiriyê ji Rusyayê, ber bi Tirkiyeyê ve dewam dike.
Wezareta Rewşên Lezgîn a Rusyayê ragihand ku ji bilî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên bi roj hatine şandin, danê êvarê jî tîmên nû derketin rê. Wezaretê ragihand ku ji bo li herêmên erdhejzedeyê nexweşxaneyeke meydanî bê avakirin û wiha got,
"Nexweşxaneyeke meydanî ya ku bi rêya hewayî dikare were veguheztin, ji bo ku rasterast alîkariya mexdûrên erdhejê yên li herêma karesatê bike, şandin Tirkiyeyê. Ji 40î zêdetir pisporên ku li nexweşxaneyê dixebitin dê alîkariya bijîşkî ya bi kalîte bidin."
Her wiha wezaretê ragihand ku alav û amûrên alîkariyên mirovî û tîmên rizgarkirinê, ji Suriye û Tirkiyeyê re jî hatine şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin