Pentagon kestiya balafirê ya George HW Bush sand Tirkiyê

Pentagon kestiya balafirê ya George HW Bush sand Tirkiyê

PaymaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê (Pentagon) yê Amerîkayê Tûxgeneral Patrick Ryder, ragihand ku ji bo erdheja li Tirkiyê ya li deh bajaran çêbû, ji bo desteka rizgarkirin û alîkariya mirovî, keştiya balafiran ya bi navê USS George HW Bush şandine Tirkiyê. Ryder ragihand ku wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin li ser çêbûna erdheja li Maraşê ya bi pileya 7,7 û 7,6 kesên ku tê de can dane, ji bo wan ji wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar re sersaxiyê xwestiye. Austin gotiye ku wê desteka Amerîkayê ya ji bo Tirkiyê, li gor pêdiviyan dewam bike.

Ryder, li ser banga Tirkiyê ya navdewletî, tîmên Amerîkayê di 7 ê sibatê de ji bagereha İncirlikê ya Adanayê tîmên alîkariyê şandibûn herêma erdhejê. Pentagon her weha ragihand ku Ajansa Navdewletî ya Geşepêdanê ya Amerîka (USAID) tîmên rizgarkirinê ku şandine Tirkiyê, bi balafira C-17 şandine û weha got:

“Fermandariya hêzên Awrûpa ya Amerîkayê (EUCOM), ji bo destekê bide tîma alîkariyê ya USAID ê, tîmekî şandiye. Em bende ne ku di 9 ê sibatê de li wê derê bin. EUCOM li ser daxwaza Tirkiyê dibe ku alîkariyê bixwaze, bi awayekî aktîf dixebite. Em car din taziyên xwe ji bo wan radigihînin û ji bo birînên wan bipêçin em bi hevkarên xwe re ne.

EUCOM ji bo alîkariya tenduristiyê û amadekirina avê dixebite û ji bo destekê bide wan, keştiya USS George HW Bush ya ku li Derya Sipiye, ber bi Tirkiyê ve diçe. Heya em karibin em ê bi awayekî lezgîn daxwazan bibersivînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin