CENTCOM: Ji bo erdhejê em bi HSD re di nava koordînasyona nêz de ne

CENTCOM: Ji bo erdhejê em bi HSD re di nava koordînasyona nêz de ne

PeyamaKurd –  Fermandariya Biryargeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, derbarê erdhejê de bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re di nava hemahengiyek nêzîk de ne.

Erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ku navenda wê navçeyên Pazarcik û Elbîstana Mereşê ne, li Rojava, Sûriye û Tirkiyeyê zêdetirî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya CENTCOMê de ku ji ber erdheja ku li Tirkiye û Sûriyeyê pêk hat sersaxî hat dayîn, hat diyarkirin ku di 7ê Sibatê de li navenda CENTCOMê ya li Tampa ya eyaleta Florîda ji bo piştgiriyê bidin kesên li Tirkiye û Sûriyeyê ku ji erdhejê zerar dîtine, ekîbeke xebatê hatiye avakirin.

Herwiha em ji nêz ve bi Fermandariya Ewropa ya Amerîkayê re jî dixebitin ku piştgiriyê bidin Tirkiyeyê.” Wezareta Berevaniyê bi Wezareta Derve, Ajansa Pêşvebirina Navdewletî ya Amerîka û hevkarê me Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re di hemahengiyek nêzîk de ye.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin