Lutkeya Yekîtiya Ewropa bi rêzgirtina qurbaniyên erdhejê dest pê kir

Lutkeya Yekîtiya Ewropa bi rêzgirtina qurbaniyên erdhejê dest pê kir

PeyamaKurd – Lutkeya Yekîtiya Ewropa (YE) ya derbarê Ukraynayê de tê lidarxistin, bi rêzgirtina serokên welatên Ewropa bo qurbaniyên erdheja Mereşê dest pê kir.

Serokên welatên YE di demeke ku xebatên rizgarkirinê û hevkariyê bo erdhejên Bazarcix û Gumgim (Elbistan) ên li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê dewam dikin de, bi rêzgirtina li qurbanî û mexdûrên erdhejê dest bi lutkeya li Brukselê kirin.

 Berdevkê Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel, Larend Leyts ragihand ku lutkeya derbarê Ukraynayê de xulekek rêzgirtina qurbaniyên erdhejê dest pê kiriye.

Tê çaverêkirin ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî beşdarî lutkeyê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin