Rayedarê Tirk: Dibe ku di 14ê Gulanê de hilbijartin çênebin

Rayedarê Tirk: Dibe ku di 14ê Gulanê de hilbijartin çênebin

PeyamaKurd – Rayedarekî Tirk ji ajansa Reutersê re axivî û got, piştî mirin û wêraniya ku roja Duşemê li Mereşê bi pileya 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn, "li pêşiya lidarxistina hilbijartina 14ê Gulanê zehmetiyên mezin hene."

Rayedar diyar kir, hîn zû ye ku derbarê hilbijartinan de biryar bê dayîn û got ku ji sedî 15ê nifûsa Tirkiyeyê ji erdhejê bandor bûye.

Rayedar wiha got: "Xuyaye em ji serdema hilbijartinê ya ku em nû ketine derketine. Em ê li geşedanan binêrin, lê xuya ye ku li pêşiya hilbijartina 14ê Gulanê zehmetiyên mezin hene."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li 10 parêzgehên ku ji ber erdhejê zerar dîtine rewşa awarte ragihand.

Li gel ku derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de daxuyaniyeke fermî tune ye jî, Erdogan ji bo hilbijartinan ev dîrok nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin