Îtalya, ji Samê re 30 ton alîkariyê disîne

Îtalya, ji Samê re 30 ton alîkariyê disîne

PeyamaKurd- Li Suriyeya ku ji ber erdhejên 7,7 û 7,6 pileyên rîxterê yên ku navenda wan Mereş bû û bûn sedama wêraniya 10 bajarên bakur û gelek deverên rojava û Suriyeyê, nîqaşa ku alîkariya navneteweyî têr nake, dewam dike.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, hat diyarkirin ku li rojava û deverên Suriyeyê, wendahiyên giyanî gihîştine 5 hezar û 273 kesan.

Hat diyarkirin ku di roja heftemîn a erdhejan de jî li deverên Suriyeyê ziyanên giyanî zêde dibin û hat zanîn ku li welatê ku ev 12 sal in şer lê berdewam dike, nîqaş li ser çawaniya belavkirina alîkariyên navneteweyî li herêmên di bin kontrola hikûmetê û serhildêrên çekdar de didome.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê yê Suriyeyê Dan Stoenescu li ser rexneyên ku alîkariyên têr nehatine kirin bersivandin û got ku ev rexne neheq in. Stonescu diyar kir ku "Welatên Yekîtiyê 50 milyon Euro kom kirine da ku beşdarî çalakiyên alîkariyê yên li herêmên di bin kontrola hikûmetê de û yên din bibin."

Hat eşkerekirin ku bareke alîkariyên mirovî ya 30 tonî, ji hikûmeta Îtalî ku di nav wan de 4 ambûlans û 13 paletên alavên pizîşkî hebûn, ji bo ku ji Şamê re bên şandin, derbasî Beyrûtê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin