Serok Barzanî, ligel Efrîniyan axaftineke telefonî kir

Serok Barzanî, ligel Efrîniyan axaftineke telefonî kir

PeyamaKurd- Huseyîn Îbiş (Ebû Kawa) yê Efrînî, ji bo alîkariya Dezgeha Alîkariya Barzanî (BCF) ya ji bo Efrînê, bi telefonê bi Serok Mesûd Barzanî re axivî û spasiyên xwe û Efrîniyan pêşkêş kirin.

Serokê Dezgeha Alîkariya Barzanî ya Hewlêrê Mûsa Ehmed, piştî agahdarkirina Serok Barzanî, li ser alîkariyên ji bo Efrînê, Huseyîn Îbiş bi telefonê ji Serok Barzanî re got ku “Ez yek ji xelkê Efrînê me. Ji bo alîkariya we ku hûn ligel me bûn, ez spasiya cenabê we, Kak Nêçîrvan, Kak Mesrûr, hikûmet û hemû xelkê Kurdistanê dikim.”

Îbiş silavên gelê Efrînê gihandin Serok Barzanî û got, “Hêvîdar im careke din em rû bi rûyê karesateke wiha nebin. Xwedê tenduristî û temenek dirêj bide we. Silavên me hemûyan ji bo we hene.”

Li aliyê din Mûsa Ehmed diyar kir ku BCF dê bigihîje mexdûrên erdhejê û got, “Li Rojava nêzî 40 û li Bakurê Kurdistanê jî 84 xebatkarên me hene. Piraniya wan, bi dilxwazî ​​piştgiriya me dikin. Li ser daxwaza Serok Barzanî, em ê  ji bo peydakirina pêwîstiyên gelê xwe yê li Rojava û Bakurê Kurdistanê, xebatên xwe berdewam bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin