PeyamaKurd- Berpirsê Ofîsa Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dê piştî lûtkeya li Îmaratê, derbasî Fransayê bibe.
Sefîn Dîzeyî, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku piştî Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê ya li Îmaratan ku berdewam dike, dê di çarçoveya van serdanên fermî de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbasî Fransayê bibe.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinên li Fransayê bên kirin de dê bi rayedarên Fransayê re mijarên cihêreng ên siyasî û dîplomatîk bên axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin