Leskerên dikevin gundê Kurdan: 'Gundê xwe vala bikin'

Leskerên dikevin gundê Kurdan: 'Gundê xwe vala bikin'

PeyamaKurd – Li gundê Topzava yê Kerkûkê bi hinceta ku girêdayî Wezareta Berevaniyê ye, artêşa Iraqê jî li gorî madeya 140a, amadehiya desteserkirina 4 hezar donim ji axa Kurdan dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, efserekî Iraqî hişyarî da gundî û cotkarên Kurd ên li Topzava ku di nava 3 rojan de zeviyên xwe vala bikin.

Yek ji wan kesên ku hatiye agahdarkirin ku dev ji axa xwe berde, Îhsan e ku li herêmê cotgeha wî ya ajalên pînikan heye û piraniya erdê xwe cot kiriye.

“Em li welatê bav û kalên xwe ne”

Îhsan di daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de diyar kir, leşkerên Iraqê zextê li me dikin, da ku em ji axa xwe derkevin û got, leşkeran dişînin cem me û dibêjin hûn li vir çi dikin? ‘Em li axa bav û kalên xwe ne û karê xwe dikin. Me got '200 sal in em li ser van erdan dixebitin. Lê wan gotin, “Ew ax ên Wezareta Parastinê ne û divê di nava 3 rojan de bên valakirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên artêşa Iraqê hatin girtin, artêşa Iraqê bi hinceta ku girêdayî Wezareta Parastinê ye, plan dike zêdetirî 4 hezar donim zevî bi dest bixe.

Niştecihên gundê Topzava dibêjin, di sala 1986an de di çarçoveya Erebkirin û veguhestinê de zeviyên wan ji destê wan hatin stendin û radestî wezaretan hat kirin, lê ew erd hemû li gor madeya 140a ne û desthilata dewletê nîne ku wan desteser bike.

Artêşa Iraqî bi tenê ax razî nebû, herwiha hişyarî da ku ew ê malbatan derxînin eger belge û destûra xaniyan negirin.

“Di dîroka Kerkûkê de wê bibe mezintirîn proseya Erebkirinê”

Yek ji gundiyên bi navê Satih Nasih jî got, “Ji ber ku ev der axa Kurdan e, armanca wan desteserkirin. Ji ber ku li jêrî Kekûkê tenê gundê Kurdan e, dixwazin vê derê jî Ereb bikin. Eger di vê yekê de bi ser bikevin, ev ê bibe mezintirîn proseya Erebkirina Kerkûkê di dîroka Kerkûkê de.”

Li aliyê din cotkar Birîske Nasih jî diyar kir, armanca wan koçberkirina Kurdan e û wiha got: “Ew nikarin tehemûla Kurdên li vir dijîn bikin. Heger armanc ne Kurd in, çima destê xwe nadin Ereb û Tirkmenên derdorê?"

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin ev demeke dirêje xebat ji bo desteserkirina erdê Topzava û veguhertina baregeheke leşkerî û ji bo leşker û efserên Iraqî li hinekan jî bên çêkirin, didome.

Ev dever di dema rêjîma Baas de wêran bû û hê jî bermahiyên baregehên leşkerî li herêmê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin