PeyamaKurd – Di navbera Rûsya û Ûkrayna de guhertina esîran hat kirin û bi hev 202 dîlan guhertin ku 2 ji wan sîvîlin. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku leşkerên bi zorê dîl hatine girtin ji wan 101 kes hatine şandin ji bo rêvebiriya Kîevê ya axa Ûkraynayê.
Hat ragihandin ku leşkerên serbest berdane, berê bi balafirÊn leşkerî birina Moskovayê û desteka psikolojik û tenduristiyê ji bo wan hatiye dayîn.
Serokê dîwana serokatiya Ûkraynayê Andriy Yermak di ser hesabê xwe yê telegramê de ragihand ku ew Ûkraynayiyan ji esaretê rizgar dikin û di guherîna leşkeran de bi Rûsya re 100 leşkerên Ûkraynî û sîvîlekî rizgar kirine û di nav leşkeran de birîndar hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin