Mesrûr Barzanî bi Serokê Senatoya Fransayê civiya

Mesrûr Barzanî bi Serokê Senatoya Fransayê civiya

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Senatoya Fransayê Gerard Larcher re civiya û di civînê de spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku piştevaniya gelê Kurdistanê kirine.

Li gor hat ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do Pêncşemê 16ê Sibata 2023 li Koşka Elysee ya li Parîsê piştî ku bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya, bi Serokê Senatoya Fransayê Gerard Larcher re jî hevdîtinek pêk anî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û got, di civînê de “rewşa Iraq û navçeyê û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî hat gotûbêjkirin.”

Di daxuyaniya hikûmetê de hat eşkerekirin: “Serokê Senatoya Fransayê, têkoşîn û qurbanîdana Pêşmergeyên Kurdistanê bi taybetî ji bo şikandina terorîstên DAIŞê û parastina pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.”

Herwiha Mesrûr Barzanî di derbarê “reformên kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê” de birîfîngek pêşkêş kir û spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku piştevaniya gelê Kurdistanê kirine.

Herî dawî hate gotin ku di civînê de mijarên “giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa devera Şingalê û xweşkirina zemîneyê ji bo vegera koçberan bo cihên xwe” hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin