Hakan Fîdan pistî biryara bo Demirtas serdana Holandayê dike

Dîroka weşanê :
Hakan Fîdan pistî biryara bo Demirtas serdana Holandayê dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji bo beşdariya Konferansa Wittenburg a 10emîn serdana Hollandayê dike û bi hempîşeyê xwe Hanke Bruins re dicive.

Serdana Hakan Fîdan di demeke ku Parlamentoya Holandayê ji ber azad nekirina Selahattîn Demirtaş û Osman Kavala biryara blokekirina peymana gumrikê ya ligel Yekîtiya Ewropayê tê kirin.

Li gorî zanyariyên medya Tirk dê Fîdan bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re jî hevdîtinekê bike û li ser mijara çalakkirina peymana gumrikê hêvî û daxwazên Tirkiyê bigihîne berpirsên Hollandayê.

Herwiha biryar e mijarên Îsraîl-Filîstîn, Ukrayna û Kibrisê û geşedanên herêmî jî bên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin