PeyamaKurd – Serokê ayînî yê Îranê Alî Hamaney efû kêmkirina cezayên 2.825 kesan tesdîq kir. Li gor ragihandina nivîsîngeha Hamaney; bi pêşniyara serokê erka darizandinê Xulam Huseyin Muhsîn Ejeî û bi tesdîqkirina Hamaney di cezayên 2.825 mehkûman de tenzîm hat kirin.
Di ragihandinê de biryar bi sedema cejna Qurban û Xedirî Hûm ê hatiye dayîn. Cezayên bi biryarên Dadgehên Şoreşê, Rêxistinên Cezayî yên Dewletê û dezgeyên artêşa dewletê yên darizandinê de hatine dayîn bo wan tenzîm hatine kirin. Hinek kes hatine efûkirin û di cezayên hinekan de kêmkirin çêbûye.
Li gor qanûna makezagonê ya Îranê, li gor xala 110/11 ê Hamaney dikare mehkûman efû bike.
Hamaney, her sal li ser daxwaza erka darizandinê di cejnan û salvegera şoreşê de hinek efûyan derdixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin