PeyamaKurd- Serokwezîrê Lubnanê Saad El Harîrî got ku bi sedema hukumet ava nabe, welat ber bi dereka nediyar de diçe. Harîrî ji serokwezîrtiyê îstîfa xwe dabû lê serokkomar jê daxwaz kiribû da wezîfa xwe dewam bike heya hukumeteka nû bê avakirin. Saad di 29 ê cotmehê de îstîfa xwe dabû û niha ji halê welatê Lubnanê tê e ye gazinan dike. Harîrî weha got:
“Hukumeta me, bo hukumeteka nû ava bibe û daxwazên xelkê bicîh bîne îstîfa kir. 90 roje hukumet nehat avakirin. Welat ber bi dereka nediyar de diçe. Kesên ku berpirsiyariya avakirina wan ya hukumatê heye, şiklên wezareta dikin bahane û wext wenda dikin.”
Harîrî got ku nedanîna hukumetê aboriya welat perîşan kiriye, xwepêşandan bûne ku welgeriyane tevgerên tundî, hêzên asayîşê bi qederê derfetên xwe û di çarçoveya qanûnan de dikarin tiştnan bikin.
Li Lubnanê heya niha gelek xanî û karxane xerab bûn, bi sed hezaran kes ji karên xwe bûn û hêzên siyasî nahêlin ku aramî bikeve nava welat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin