Harris: "Ez soz didim ku bibim seroka her kesî"

Harris: "Ez soz didim ku bibim seroka her kesî"

PeyamaKurd – Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kamala Harris di roja dawî ya Kongreya Partiya Demokrat de bi fermî namzetiya partiya xwe ya ji bo serokkomariyê qebûl kir û soz da ku bibe "seroka hemû Amerîkiyan."

Harris di roja dawî ya kongreya ku li Chicagoyê hat lidarxistin de axivî û got, "Ez dizanim ku kesên ji nêrînên siyasî yên cuda îşev temaşe dikin û ez dixwazim ku hûn bizanin ku ez soz didim ku bibim seroka hemû Amerîkîyan."

Harris bi tundî berevaniya Ukrayna û NATOyê kir, rexneyên Serokê berê yê Amerîkayê û berbijarê serokomariyê yê Komarî Donald Trump ên berê yên derbarê şerê Ukraynayê de girt.

Wê piştgiriya xwe ji bo Ukraynaya ku ev zêdetirî du sal in li dijî Rûsyayê şer dike, dubare kir.

Harris got: "Weke serok, ez ê bi xurtî li gel Ukrayna û hevalbendên me yên NATO bisekinim." Herwiha destnîşankir ku "wê pênc roj berî êrîşa Rûsyayê di Sibata 2022 de hişyarî daye Serok Zelenskiy."

Di berdewamiya helwesta rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden a derbarê Îsraîlê de, Harris got ku Amerîka wê "her dem parastina" hevalbendê xwe yê sereke bike. Lê wê diyar kir ku di şerê ku ev zêdeyî 10 meh in li Xezzeyê berdewam dike de "gelek mirovên bêguneh mirin û gelek êş û azar hatin kişandin."

Harris got, "Niha dema çêkirina peymaneke rehîne û agirbestê ye."

 
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin