HDP: Bila Xarpêt û Meletî wekî ‘Herêma Karesatê’ bên ragihandin

HDP: Bila Xarpêt û Meletî wekî ‘Herêma Karesatê’ bên ragihandin

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) projeyasaya ku dixwaze herdu bajarên Xarpêt û Meletî yên Bakurê Kurdistanê ku tuşî erdhejê bûne, weke “herêma karesatê” bêne ragihandin, pêşkeşî parlamena Tirkiyê kir.

Wekîlê Serokê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê û parlamenterê Stenbolê Saruhan Oluç ji bo qerebûkirina ziyanên erdhejê û amadekariyên bo her erdhejekê û projeyasayek pêşkeşî parlamentoya Tirkiyê kir û xwest, herdu bajarên Xarpêt û Melerî weke “herêma karesatê” bêne ragihandin.

HDPê di pêşniyara xwe de dibêje, divê bi armanca çareserkirina pirsan û qerebûkirina ziyanan û başkirina binesaziyê amadekariyên baş bêne kirin û divê rojeva sereke qerebûkirina ziyanan û çareserkirina pirsan be.

Erdheja 24ê Çileyê 2020an a Xarpêta bakurê Kurdistanê bi taybet li bajarê Meletiyê û hemû bajarên din ên bakurê Kurdistanê bandor kir. Li gorî amarên fermî heta niha 41 kesan di erdhejê de can daye 45 kes bi saxî ji bin kavilan hatine rizgarkirin û 1607 kes jî birîndar bûne. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin