PeyamaKurd - Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) û Partiya AK Partî li ser rewşa girtiyên nexweş ji bo cara duyem civiyan.
Cîgira Seroka Firaksiyona HEDEPê Meral Daniş Beştaşê careke din red kir ku wan digel AK-Partiyê danûstandineke nehênî di derheqê hilbijartinan de kirine û got:
Ji ber ku AK Partî, partiya deshilatê ye û hikûmetê bi rê ve dibe, hin caran hevdîtin di navbera wan de çêdibin. Diyar kir jî, li ser pirsa girtiyên nexweş, wê û Cîgirê Serokê Firaksyona HEDEPê Saruhan Oluç, bi Wezareta Dadê re heta siatekê civiyane.
Hefteya borî jî Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan eşkere kiribû ku Parlamenterên HEDEPê Perwîn Buldan û Sirri Sûreyya Onder bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re li ser pirsa zindaniyên nexweş de hevdîtin kirine.
Hat zanîn ku Buldan û Onder rapora Komîsyona Girtîgehan a HEDEP'ê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêşkêşî Wezîr Tunç kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin