PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara kesên ji ber koronayê (Covid-19) baş bûne nêzî 2 milyonan bû.
Li gorî zanyariyên malpera Worldmeterê, li seranserê cîhanê milyonek û 908 hezar û 11 kesên bi koronayê ketibûn baş bûn û çûnê malên xwen.
Herî zêde li van welatan nexweş baş bûne: Amerîka (356 hezar û 383), Spanya (196 hezar û 958) û Almanya (154 hezar û 600) kes.
Vîrusa koronayê ku dawiya sala 2019an li Wuhana Çînê derketibû li seranserê cîhanê belav bûbû û ji aliyê WHOyê ve wekî pandemî hatibû îlankirin.
Heta niha 4 milyon û 894 hezar kes û 378 kes bi koronayê ketine û ji ber wê nexweşiyê 320 hezar û 189 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin