Hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê can dane bû 249

Hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê can dane bû 249

PeyamaKurd- Komîsyona Tenduristiyê ya eyaleta Hubey a Çînê ragihand ku ji ber nexweşiya koronayê 45 kesên din mirine û hejmara kesên ji ber wê vîrûsa can dane bû 249.

Rayedarên Tendirustiyên yên Hubeyê ragihandin ku 45 kesên din jî ber vîrûsa kujende ya koronayê ku ji mirovan derbasî mirovan dibe jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ji ber koronavîrûsê can dane bû 249.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji destpêké û heya îro 249 kes ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane ango bûne qurbanî.

Komîsyonê herwiha da zanîn ku hezar û 347 kesên din bi wê nexweşiyê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 7 Hazar û 153yan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin