PeyamaKurd – Hejmara karkerên di teqîna gaza Metanê ya li kana komirê ya li parêzgeha Xoresanê de can dane zêde bû.
Şevê din li du blokên C û B yên kana komirê ya li bajarê Tebasê teqîn çêbûn ku di her du blokên kanê de 69 karker dixebitin,
Li gorî zanyariyên dawî, hejmara miriyên teqîna kanê zêde bûye û ji 47 karkerên bloka Cyê 30 ji wan mirine û 17 jî birîndar bûne. Herwiha xebatên rizgarkirina 22 karkerên di bloka Byê de jî berdewam dikin.
Kana komirê ya Tebas a li Xoresanê ji sedî 70yê komira Îranê dabîn dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin