Helîkoptera ku wenda bû car din lê digerin

Helîkoptera ku wenda bû car din lê digerin

PeyamaKurd – Helîkoptera ku do li Îtalyayê ji bajarê Luccayê bi hewa ketibû û ji radarê wenda bû bû û tê de 4 kesên Tirk bi giştî 7 kes hebûn, do piştî nîvê şevê navbera dabûn ku lê bigerin. Îro ji serê sibê de car din dest bi lêgerîna helîkopterê kirin. Rêvebiriya Îtfaiya Îtalyayê (Vigili del Fuoco), di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku gera wan li devera çiyayê navbera Toksana û Emilia Romagnayê dewam dike.

Civaka Eczacıbaşı li ser wendabûna helîkopterê daxwuyaniyekî da ji ber ew 4 Tirkên di nav helîkopterê de xebatkarên wan in. Civaka Eczacıbaşı li ser bûyerê weha got:

“Ji dezgeya me ya bi navê ‘Eczacıbaşı Tüketim Ürünleri’ 4 hevalên me ji bo fûara teknolojiya kaxezan ya ku ji aliyê Tissue Italy Network de hat birêvebirin, ji bo herin tesîsekî hilberîna kaxezên paqijiyê, li helîkopterê siwar bûne û heya niha ji helîkopterê ti agahî nehatiye sitendin. Di nav helîkopterê de bi pîlot ve 7 kes hebûn û helikopter ji Luccayê ji bo here Treviso bi hewa ketiye û me hîn kir ku li dora Modenayê ji radarê wenda bûye.”

Şîrketê ragihand ku bûyer ji aliyê Îtalya û Tirkiyê de tê şopandin. Ji ber ciyê ji helîkopterê û telefonên kesên tê de sinyal tên sitendin, sehayekî fireye, xebata lêgerîn û rizgarkirinê gelek zahmete.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin