PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Behsûd a herêma Mîdan Werdek a Afganistanê helîkoptereke leşkerî ket xwarê û 9 karmend û leşkên tê de mirin.
Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniya Afganistanê 9 leşker û karmendên hêzên ewlekariyê yên di helîkopterê de, di encama ketina helîkopterê de can dane ku bûyera ketinê şevê din li devera Behsûd ya li herêma Mîdan Werdek çêbûye.
Herwiha medya Afgan jî diyar kiriye ku cureya helîkopterê Mi-17 ye û beriya bikeve, hewl dida ji neçarî deyne.
Li gorî ajansa Reutersê ku nûçeya xwe dispêre berpirsyarekî herêmî, helîkopter rastî êrîşê hatiye û moşekek lê ketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin