PeyamaKurd – Hata ragihandin ku Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê, bi temamî hatiye daxistin û hemû firînên hateçûnê hatine rawestandin.
Li gorî daxuyaniya rêveberiya Balafirgeha Bexdayê ya Iraqê, hemû geştên esmanî yên balafirgehê hatine rawestandin.
Rêveberiya balafirgehê ragihand ku bi sedema mija zêde û metirsiya li ser selametiya geştan, hemû geştên esmanî bo Balafirgeha Bexdayê hatine rawestandin.
Hat gotin ku dema rewşa hewayî asayî bibe, dê geştên esmanî ji nû ve dest pê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin