PeyamaKurd – Dewleta Tirkiyê ji bo hemnwelatiyên 6 dewletan sitendina vîzê ya ji bo Tirkiyê rakir û wê ji niha û pê de karibin bê vîze herin Tirkiyê. Biryara rakirina vîzeyê ya ji bo wan welatan di rojnama Tirkiyê ya fermî de belav bû.
Ji bo geştiyariyê, wê hemwelatiyên Amerîka, Bahreyn, Îmaratan, Kanada, Suudi Arabistan û Umman karibin bê vîze herin Tirkiyê.
Wê hemwelatiyên navborî di nav 180 rojan de karibin 90 roj li Tirkiyê bimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin