Hevdîtinên di navbera Îsraîlê û Hamasê de dewam dikin

Hevdîtinên di navbera Îsraîlê û Hamasê de dewam dikin

PeyamaKurd – Wê hevdîtinên di navbera Hamas û Îsraîlê de ji bo agirbesa li Xezzayê û guhretina dîlan ya bi hev, li payîtexta Qeterê li Dohayê dewan bike.

Li gor ragihandina TV ya dewletê KANê ya Îsraîlê, serokê îstîxbarata navxwe yê Îsraîlê, serokê Şin-Betê  Ronen Bar, bi Hamasê de li payîtexta Misrê li Qahîre hevdîtinên xwe temam kir û dageriya Îsraîlê.

Serokê îstîxbaratê Bar, di hevdîtinên ku serokê CIAyê William Burns û rayedarên Misrê di nav de bûn, li ser mijara ku li ser sînorê Misrê-Xezzayê ji bo dîwarekî ava bikin, axifîn. Dîwar wê heya binê erdê jî here û wê dîwarê ewlehiyê be.

Rêvebir ragihandine ku di hevdîtinê de pêşdeçûn heye lê ji bo mirov xweşbînê mijarê be, hêj zûye û dibe hevdîtin bi hefteyan dewam bike.

Tê plankirin ku sibê an ku roja Çarşembê serokê Mossadê David Barnea û Bar, ji bo muzakereyan herin Dohayê û bi rayedarên Amerîka, Misrê û Qeterê re hevdîtinan bikin.

Mazûrvaniya li Qeterê dê wezîrê karên derve yê Qeterê Muhammed bin Abdurrahman Al Sani bike û serokê îstîxbarata Misrê Abbas Kamil, serokê CIAyê Burns û rayedarên Hamasê tevlî hevdîtinê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin