PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 4ê Nîsanê hêzên Belûc ên rêxistina Ceyşûl Adl li eyaleta Sîst û Belûcistanê êrîşî qereqolên polîsên Îranê kir.
Li gorî zanyariyan êrîş li bajarê Çabaharê li dijî du qereqolên cuda hevdem hatiye kirin û di navbera aliyan de pevçûn derketiye.
Hate ragihandin ku di encamê de 11 kes ji hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.
Berpirsên Parêzgariya Sîstan û Belûcistan û hêzên Ewlekariyê yên eyaletê dane xuyakirin ku dema êrîşê 15 çekdar hatine kuştin û 4 polîs jî bi operasyonekê bi birîndarî hatine rizgarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin