PeyamaKurd- Li Dêre Zor a Sûriyê li navçeya El-Meyadînê, hêzên artêşa Îranê navên ku berê li gor erdnîgarî, dîroka deverê li kuçe û kolanan hatine danîn, wan navan diguhêrin û navên li gor mezhebên xwe yên Şî’a li wan datînin.
Li gor ragihandina SOHR ê an ku Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihandiye; ku navê kolana “Enes bin Malik” kirine “İmam Humeyni”, kolana bi navê “Ordu” yê kirine kolana “Îmam el-Abbas”. Kolanên navên wan guhertine, tabelayên wan yên mezin li wan xistine. Navê kolana “Ebu Gurub” kirine “Şehîd Qasım Suleymanî”. Kolaneka dinê navê wê kirine kolana “Fatimiyyun”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin