PeyamaKurd – Li Somaliyê hêzên ewlehiyê li orte û başûrê welat ji bo 3 rojan operasyonan kirin ser rêxistina Eş Şebabê û ji 200an zêdetir çekdarên rêxistinê kuştin.
Wezîrê enformasyon, çand û Tûrîzmê Daud Aweis roja çarşemê ragihandibû ku gelek kesên terefdarên tundiyê kuştine û deverên Hirshabelle, Galmudug û Jubalandê rizgar kirine. Aweis, her weha ragihandiye ku hevkarên wan yên navdewletî destekê dane hukumetê û ji bo herêman ji çekdaran xalî bikin û li eyaletên Banadir, Hirshabelle, Jubaland û Galmudugê operasyonên serkeftî dimeşînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin