PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Kongreya Amerîkî li ser ewlekariya sînorê Meksîkayê bi awayekî demkî li hev kirin, hikûmeta Federalî ya Amerîkayê piştî girtîmayîna zêdekirî mehekê îro dest bi kar dike.
Bi lihevkirina Trump û Kongreyê re zêdetirî 800 hezar karmendên hikûmeta federalî ya Amerîkayê îro dest bi karê xwe dikin.
Ji ber lihevnekirina Trump û Kongreyê di dîroka Amerîkayê de cara yekem hikûmeta federalî wisa demdirêj ango 35 rojan asê dimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin