Peyama Kurd – Hizbûllahê ragihand ku 4 endamên wê di êrîşa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane.
Hizbullaha Lubnanê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Rêveberê wê yê Bajarê Nakura Huseyîn Yazbek jî di nav de 4 endamên wê, di êrîşa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê canê xwe ji dest dane. Hizbûllahê da zanîn ku sê endamên wê yên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane Îbrahîm Efîf, Hadî Elî Reza û Huseyîn Elî Muhammed Xezale ne.
Medyaya Lubnanê jî raygihandibû ku di encama êrişa Îsraîlê ya li ser maleke li bajarê Nakura ku li başûrê vî welatî dikeve de 4 kesên ku yek ji wan berpirsekî Hizbullahê ye canê dane.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê (NNA) jî vê êrîşê bi heman agahiyan piştrast kir.
Di 7ê Cotmeha sala çûyî de piştî ku Hemasê êrîşî Îsraîlê kir û ji hezarî zêdetir welatîyên Îsraîlê kuşt û ji 250yî zêdetir sivîl dîl girt, Îsraîlê li dijî Hemasê, li Xezzeyê operasyoneke mezin û berfireh a hewayî, bejayî û deryayî da destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin