PeyamaKurd – Li Paytexta Holenda Amsterdamê di encama êrîşeke bi kêran de, herî kêm 5 kes birîndar bûn.
Li Qada Dam a paytexta Holenda Amsterdamê, li nêzî kolana Sint Nicolaasstraatê êrîşeke bi kêrê pêk hat.
Li gorî zanyariyên destpêkê herî kêm 5 kes di êrîşê de birîndar bûn. Polîsê Holendî gihîştiye cihê bûyerê û kesek binçav kiriye.
Hîn sedema êrîşê diyar nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin