PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojhilatê Firatê de yekem şîroveya xwe kir.
Donald Trump li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriye-Rojavayê Kurdistanê ku rê li ber operasyona Tirkiyê vekir got, "Êdî dem hatiye Amerîka ji şerên tewş ên bêdawî vekişe."
Trump herwiha li ser hevpeymanîbûna ligel hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî dibêje, "Kurdan ligel me şer kirin, lê ji bo vê bikin pereyekî zêde û çek bo wan hatiye dayîn."
Serokê Amerîkayê got ku dema ew hatiye ser kar DAIŞ li herêmê xwedî bandor bû û niha wan sedî sed ew têk biriye, lewma jî divê ji niha şûnde Tirkiye, Sûriye, Îran, Rûsya û Kurd bi DAIŞê re mijul bibin.
Trump da zanîn, "Pêwîst bû Amerîka tenê bo 30 rojan li Sûriyê bimana û çend sal derbas bûn. Em man û bêyî ku ti armanceke me hebe di nav şer de asê bûn."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin