PeyamaKurd – Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amarên dawî yên tundûtujiya hêzên rejîma Îranê ya li dijî xwepêşanderan eşkere kir.
HRANAyê ragihandiye ku ji 17ê Îlonê heta 20ê Mijdarê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 419 xwepêşandêr hatine kuştin ku ji wan 60 zarokên di bin 8 saliyê de ne.
Di rapora HRANAyê de hatiye diyarkirin, heta 20ê Mijdarê 17 hezar û 451 kes hatine girtin û li 155 bajarên Rojhilat û Îranê xwepêşandan çêbûne.
Herwiha hatiye gotin, heta 20ê Mijdarê, li 142 zanîngehên Îranê xwepêşandan hatine kirin û hêzên Îranê herî kêm 540 xwendekar girtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin