HSD ber bi navenda ISÎDê ya dawî ve diçe!

HSD ber bi navenda ISÎDê ya dawî ve diçe!

PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo ku navenda Hecînê ji destê IŞÎDê derbixe, operasyonên xwe didomîne. Hindik maye ku Hecîn were standin.

Li gorî agahiyên herêmî, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyonên xwe yên bi navê Bahoza Firatê yên li dijî IŞÎDê berfireh kirin. Operasyon ji bo ku IŞÎDê bi tevahî ji herêmê derbixe, têne kirin û hindik maye ku Hecîn jî ji destê IŞÎDê were derxistin.

Heta niha HSD gelek herêm azad kirine û şerên dijwar jî dewam dikin.

Di derbarê operasyonan de Berdevkê Fermandariyê Lîlwa Abdullah axivî û got ku di destê IŞÎDê de tenê cihek maye û em operasyonê dikin. Şervanên me niha li ber deriyê Hecînê ne. Ev operasyona me ya dawî ye. Weke her derê, em ê vê derê jî ji IŞÎDê bistînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin